Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Doza Piştgirîya Darbeya Leşkerî de 21 Kes li Tirkîyê Hatin Berdan


Di doza rêxistina Rêxistina Terorê ya Fetullah (FETO) de, ku hikûmeta Tirkîyê wek pladanêra darbeya leşkerî ya Tîrmeha borî dibîne, 21 kesên desteserkirî hatin berdan.

Di rûniştina îro de ku li Dadgeha Giran ya 25an li Stenbolê hate kirin, dozger daxwaza berdana 21 kesan kir ku stranvanê navdar Atilla Taş û rojnamevan Murat Aksoy jî nav de ne. Dozger bi sedema ku dema girtîmana wan bes bû, daxwaza berdana wan kir û dadger ji ew daxwaz pejirand.

Kesên ku îro hatine berdan ev in: Atilla Taş, Gokçe Firat Çulhaoglu, Yakup Çetin, Yetkin Yildiz, Seyit Kiliç, Mustafa Erkan Acar, Huseyin Aydin, Abdullah Kiliç, Ali Akkuş, Bunyamin Koseli, Cihan Acar, Oguz Usluer û Murat Aksoy.

Dadgehê derketina dervayê welêt ya kesên ku hatine berdan qedexe kir, heta ku doz bi dawî were.

Dadgehê got ku divê Davut Aydin, Emre Soncan, Mutlu Çolgeçen, Ufuk Şanli û Unal Tanik girtî bimînin, jiber ku delêl hene ew kes ji tawanên hember wan sucdar in.

Hêjayî bîrxistinê ye ku kesên dadgehkirî bi îdaya endamtîya baska rêxistina terorê FETO dihatin tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG