Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre Yek jî Karbidestên FIFA Radestî Amerîka Dike


Karbidestên Swîsrî qayil bûn ku yek jî heft karbidestên Rêxistina Federasyonên Navnetewî ya Futbolê (FIFA) radestî Amerîka bikin, ku di çarçoveya lêpirsîneke perexwarinê de li Zurîh hatibû girtin.

Rêvebirê FIFA ku berê qebul nedikir Swîsre wî bişîne Amerîka, îro Pêncşemê bi wê yekê razî bû. Karbidestên Swîsrî eşkere nekir ku ew kes wê kengê ji Amerîka re bê şandin.

Li gor qanûnên Swîsrî, divê polîsên Amerîkî di nav 10 rojan de wî kesî wergire û bibe Amerîka.

Hêjayî bîrxistinê ye, 7 rêvebirên FIFA ku hemî jî endamên Konfederasyona Futbolê ya Amerîkaya Bakur û Navendî û Karayîban (CONCACAF) in, li ser daxwaza Amerîka, di 27ê Gulanê de li Zurih hatibûn girtin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, wan jibo biryarên ser turnuvayên futbolê li Amerîkaya Bakur û Başûr pirtir jî 150 mîlyon dolar bertîl birine.

XS
SM
MD
LG