Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîsîtînî ji Serdana Serok Obama ya Herêmê Hêvîdar in


Karbidestên Fîlîstînî roja Pêncşemê gotin, ew hêvî dikin serdana Serokê Amerîkî Barack Obama bo herêmê bibe nîşana hewildanên aştîya li Rojhilata Navîn.

Lê, rêberên Fîlîstînî gotin ku ew danûstandin dikarin careke din destpê bikin, eger Washington amade be bi Îsraîlê re hişk bibe.

Qesra Spî ragihandîye ku Serok Obama ti însîyatîfên nû yên aştîyê di serdana xwe bê de destpê nake.

Jibril Rajoub, berpirsê berê yê ewlekarîya Fîlîstînî ji Radyoya Artêşa Îsraîlî re got, tenê Washington dikare pira bawerîyê di navbera her du alîyan de ava bike.

Danûstandinên aştîyê di navbera Îsraîlî û Fîlîstînîyan de sala 2008’ê hatibûn rawestandin.

Fîlîstînî qebûl nakin danûstandinan bikin, heta ku Îsraîl avakirina wargehan li Kenara Rojava û Rojhilata Orşelîmê rawestîne.

Fîlîstînî dixwazin ev dever beşek ji dewleta wan ya paşêrojê be.
XS
SM
MD
LG