Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Karê Şêwirmendîya Netewî Pêşkêşî Flynn Dike


Serokê hilbijartî Donald Trump serokê berê ya îstixbaratî ya leşkerî Michael Flynn dike şîretvanê xwe yê ewlekarîya netewî, ku karekî pir girîng e li Qesra Sipî.

Flynn rexnegirekê xurt ya polîtîkayên derve ya rêvebirîya Obama ye û wî gelek caran peyamên tund li hember Obama dabûn.

Heta niha piştrast nebûye ku Flynn ew pêşnîyar pejirandiye yan ne, lê bijartina wî wê bibe nîşane ku Trump kabîneyeke çawa ava dike.

Flynn 58 salî ye û ew di sala 2012an de bûbû dîrektorê Ajansa Îstixbaratî ya Wezareta Berevanîyê û piştî du salan jiber cudabîrîyên wî yên bi rêvebirîya Obama ve, taybetî jî li ser sîyaseta derve û şerê dijî DAIŞê, karkenar bûbû.

Flynn di dema kempeyna hilbijartinê de, li ser mijarên ewlekarîya netewî şêwirmendî ji Trump re kiribû û hin caran pir jiber şîroveyên wî yên tûj, bi tundî hatibû rexne kirin.

Di rojên dawî de hin raport di medya de derketine ku Flynn ji karsazekî Tirk pere biriye ku tiştên baş jibo berjewendîya hikûmeta Tirkîyê binivîse.

Tevî ku ew rexnegirekî xurt ya sîyaseta Tirkîyê ya hember DAIŞê bû, Flynn roja hilbijartinê de nivîserekê de pesna Tirkîyê dabû û wek hevalbendeke girîng bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG