Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Emê Delîlan Bînin ku Esad Êrîşa Kîmyayî Kir


Fransa îro Pêncşemê dibêje ku ewê di nav çend rojan de delîl pêşkêş bike ku rejîma Sûrî li pişt êrîşa kîmyayî ye ku 30 ji wan zaro, pirtir ji 80 kesan li Îdlibê kuştibûn.

Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Marc Ayrault ji televîzyoneke Fransî re got ku ewê di çend rojan de delîlan pêşkêş bikin ku birastî jî rejîma Sûrî êrîşên bi çekên kîmyayî li dar xistine.

Civata navnetewî jiber êrîşa 4’ê Nîsanê ya li Xan Şêxûn, Serokê Sûrî Beşar Esad sûcdar kiribû û Amerîka jî bi muşekan li firîngeha Sûrî xistibû ku, li gor Washingtonê di êrîşê de hatibû xebitandin.

Rejîma Sûrî û piştevana wê Rûsya red kiribû ku Esad ji wê êrîşê berpirs e Hikûmeta Sûrî îdia kiribû ku serhildayan, bo armanca provokasyonê ew êrîş kiriye, yan jî firokên Sûrî li karxaneyeke çekan ya serhildayan xistine.

XS
SM
MD
LG