Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty jiber Rewşa Awarte ya Didome Fransa Rexne Dike


Li Parîsê 1'ê Gulanê, 2017
Li Parîsê 1'ê Gulanê, 2017

Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî), Fransa jiber Rewşa Awarte ya ku ji dawîya 2015’an vir ve li wî welatî didome rexne kir.

Berpirsê Amnesty yê Ewrupa Marco Perolini dîyar kir ku karbidestên Fransî têkoşîna li dijî terorê wek bahane nîşan didin û rê li ber azadîya kombûnê digirin.

‘’Qanûna Rewşa Awarte ya ku jibo parastina gelê Fransa hat derxistin nahêle ku gel mafê xwe yê protestoya aştîyane bi kar bîne’’ Perolini got.

Rewşa Awarte ya li Fransa, piştî êrîşên Parîsê yên ku di 13’ê Mijdara 2015’an de li dar ketibûn hatibû ragihandin. Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, hefteya borî dabû zanîn ku ku ewê Rewşa Awarte heta 1’ê Mijdarê dirêj bikin.

Li gor qanûnên Rewşa Awarte, karbidestên fermî dikarin kombûn û protestoyan qedexe bikin. Amnesty dîyar kir ku ji destpêka Rewşa Awarte heta meha Gulanê 155 xwepêşandan li Fransa hatine qedexe kirin.

XS
SM
MD
LG