Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartina Fransa de Macron û Le Pen ji Gera Duyê re Man


Di gera yekê ya hilbijartinên serokomarî yên Fransa de, rêberê siyaseta navendî Emanuel Macron û rêbera rastgirên tundrê Marine Le Pen bi ser ketin û ji gera duyê re man.

Di hilbijartina ku beşdarîya wê dora 80 ji sedê bû de, Macron ji dengan 23,8%, Le Pen jî 21,5% girt.

Macron di axaftina xwe de spasîya hemî alîgirên xwe kir û got ku êdî wexta yekîtîya Fransa hatîye ku welatparêz jî di nav de, ew dixwaze bibe serokomarê herkesî.

Le Pen jî got ku ew berbijêrê gelê Fransa ye û divê welatê wê êdî ji destê qureyên elît derkeve.

Her du berbijêr ewê di 7’ê Gulanê de jibo gera duyê bikevin hilbijartinê.

Lêkolînên ser bîragiştî yên piştî gera yekê nîşan didin ku Macron, pirtir nêzî serokomarîyê dibe.

Hêjayî balkişandinê ye, di dîroka Fransa de cara yekê ye ku berbijêrên çepgir û rastgiran di gera yekê de têk diçin.

Ji rasta navendî François Fillon û ji çepa tundrê Jean-Luc Mélenchon li dora 19% man.

XS
SM
MD
LG