Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa û Îtalya ji YE Reformên Berfireh Dixwazin


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îtalya Paolo Gentiloni dîyar kirin ku jibo reformên berfireh yên di Yekîtîya Ewrupa (YE) de ewê tev bixebitin.

Her du serokên ku berî hilcivînên NATO û G-7 li Qesra Sipî kom bûm daxuyanîyeke hevpar dan.

Macron û Gentiloni ragihandin ku seba guherîna pergala aborî û çêkirina siyaseteke nû bo koçberan, bi hevkarîyê ketine rêka hewildanên nû.

Gentiloni da zanîn ku ewê prosesa reformên nû ne hêsan be ku tavilê çareser nabe.

"Ya girîng ew e ku meriv dest bi guherînan bike û di rêka rast de here. Ez baş dizanim ku Fransa û Îtalya jibo ku hîn xurt bibin û Ewrupayeke nêzî xwe çêkin ewê bi hev re rind bixebitin" Gentiloni got.

Macron jî ser siyaseta koçberan ya hevpar, ku Îtalya demeke dirêj e ji welatên Ewrupî dixwaze, axifî.

"Ez dizanim Îtalya bo koçberan çi zorî û zehmetîyan dikişîne. Me banga vî welatî zû nebihîst. Hêvîya min ew e ku qanûnên derbarê mafên penaberîyê jinûve werin çêkirin" Macron got.

XS
SM
MD
LG