Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî DAIŞê li Afganistanê Bombeya Herî Mezin Xebitand


Bombeya GBU-43 ku îro li ser tuneleke DAIŞ'ê ya li Afganistanê hate berdan
Bombeya GBU-43 ku îro li ser tuneleke DAIŞ'ê ya li Afganistanê hate berdan

Leşkerîya Amerîka dibêje ku wê hêzdartirîn bombeya ne-navokî avêt ser navendeke DAIŞ'ê ya bin erdê ya li Afganistanê.

Daxuyanîyeke Pentagonê got ku bombeya GBU-43 îro li ser tuneleke DAIŞ'ê ya li devera Achin ya herêma Nangarhar ku nêzî sînorê Pakistanê ye, hate berdan.

Pentagon bal dikşîne ku bombeya GBU-43 ji 11 ton peqînkaran pêk tê û ji wê re "Dayika Hemî Bombeyan" tê gotin.

Berdevkê Pentagonê Adam Stump got ku cara yekê ye ku di qada şer de ev bombe tê xebitandin.

Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer li Washingtonê ji nûçegîhanan re got ku ew ne serwext e ku Serok Donald Trump operasyoneke leşkerî erê kiriye, lê wî da zanîn ku "divê ti derfetên liv û tevgerê ji DAIŞ’ê re neyê dayîn."

XS
SM
MD
LG