Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hollanda Serokê Dij-Îslam Dest bi Kampeyna Hilbijartinê Kir


Geert Wilders
Geert Wilders

Reuters'ê do Sêşemê ragihand ku rastgirê tundrê Geert Wilders, li Hollanda bi gotinên li dijî Îslam û penaberan dest bi kampeyna hilbijartinê kir.

Wilders dîyar kir ku Îslam ji îdeolojîya Nazî xerabtir e û wî got ew dixwaze hemû mizgeftên li Hollanda bigire.

Hilbijartina Hollanda dê di 15'ê Adarê de li dar keve û li gor anketan, Partîya Azadî (PVV), ku Wilders serokê wê ye, dê herî kêm bi 30 parlemanan di parlementoyê de partîya yekê be.

Wilders, roja Yekşemê ser kanala fermî ya dewletê herwiha soza girtina sînorên Hollanda dabû.

''Emê sînorên xwe ji bîyanîyan re bigirin, pereyên me wê di dest me de bin û emê wan jibo Hollanda'ya xwe ava bikin xerc bikin. Bi mîlyaran Euro em didin Bruksel, Yunanîstan, Afrîqa û penaberên Hollanda. Emê wan hemî pereyan qut bikin û bidin gelê Hollanda'' gotibû Wilder.

Wilder, ku piştgirîyê dide sîyaseta Donald Trump ya li dijî penaberan, li Ewrûpa ''Bihara Welatperwer'' (Patriotic Spring) daye destpê kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, piştî Hollanda, li Fransa û Almanya jî di Gulan û Îlonê de hilbijartin li dar keve.

XS
SM
MD
LG