Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kameravana Macarî ku Penaberekî Sûrî Gêr Kiribû Hat Ceza Kirin


Petra Laszlo
Petra Laszlo

Kameravana ku li ser sînorê Sırbîstan-Macarîstanê nig li ber penaberekî Sûrî xistibû û ew gêr kiribû, hat darizandin û sê sal ceza li wê hate birîn, lê ew ceza ji alîyê dadgehê ve hat rawestandin.

Kameravan Petra Lazslo, di Îlona 2015’an de dema koçberên Sûrî dixwestin ji Sırbîstanê bi qaçaxî derbasî Macarîstanê bin, dîmen digirt. Lazslo, nig li ber koçberekî di ber re direviya xist û ew xist xwarê.

Dadgeha Macarî jî dîyar kir bi nigliberxistinê Lazslo li dijî normên civakî derketiye û sê sal cezaya girtîgehê da wê. Li gorî qanûnên Macarîstanê eger heta sê salên din ti sûcekî din neke, dê cezaya wê were rakirin.

Lazslo piştî eşkerebûna biryara dadgehê ragihand ku ewê jibo pêdaçûna cezayê hember wê, serî li dadgehê bide.

Hêjayî bîrxistinê ye ku dîmenên bûyerê li ser medyaya civakî bi berfirehî belav bûbû û li seranser dinê bertekên nerazîbûnê peyda bûbûn û kanala ku Lazslo tê de kar dikir, ew ji kar derxistibû.

XS
SM
MD
LG