Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Xwepêşandanên Gezi Parkê de Dehan Kes li Tirkîyê Hatin Girtin


Wêneyeke ji xwwepêşandanên Gezi Park (Gulan 31, 2013)
Wêneyeke ji xwwepêşandanên Gezi Park (Gulan 31, 2013)

Polîsên Tirk, di sêyemîn salvegera xwepêşandanên dijî desthilata Recep Tayyîp Erdogan de îro Sêşemê bi dehan bizavkar desteser kirin û pîvanên ewlekarîyê li Stenbolê jî xurtir kirin.

Xwepêşandanên Gezî yên meha Gulan û Hezîranê 2013 hewleke girseyî bu ku guhertina Gazi Park ya Taksimê rawistîne, lê dû re bûbû xwepêşandanên dijî hikûmetê li seranser Tirkîyê.

Ew xwepêşandan di dawîyê de ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin eciqandin û hîngê heta niha destûr nayê dayîn ku xwepêşandanên dijî hikûmetê bêne kirin.

Rojnamevanê AFP radigihîne, tevî ku nîşana xwepêşandanên mezin tunebûn jî, hikûmeta Tirkîyê hêzeke mezin ya polîsan li Qada Taksîmê bi cîh kiriye.

XS
SM
MD
LG