Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton û Trump di Gotûbêje Duyê de Hatin Hember Hev, Clinton Soza Piştgirîya Kurdan Da


Berbijarên seroktîya Amerîka Hillary Clinton a Demokrat û Donald Trump ê Komarî di gotûbêja duyê ya televîzyonî de, şeva Yekşemê li Zanîngeha Washington ya bajarê St. Louis li Missouri hatin hember hevdû.

Di gotûbêja didoyan de, ku piştî dîmenên Trump ku tê de gotinên xirab li hember jinan kiribû, hate kirin, Cliton û Trump destên hevdû negirtin û hevdû silav nekirin.

Di gotûbêja televîzyonî de ku bi zimanekî tund û neyarane berdeam kir, berbijaran hevdû bi gotinên dijwar rexne kirin û carna jî êrîşî hevdu kirin.

Namzedê Komarî Trump li ser şerê dijî DAIŞê got ku ewê bi awayekî karîger hewil bide ku DAIŞê tune bike. Wî rexne Obama û Clinton rexne kir ku jiber biryarên wan yên şaş DAIŞ derketiye hole û wiha xurt bûye.

Clinton jî wek di gotubîje yekê de gotibû, vê carê jî dubare kir ku ewê piştgirî û çek bide Kurdan.

Wê got, Kurdên li Sûrîyê û herwiha li Îraqê baştirîn hevkarên Amerîka ne, tevî ku hin kes vê nerîna wê hez nekin jî, ewê çekan bide Kurdan ku şerê DAIŞê bikin û Reqa azad bikin.

XS
SM
MD
LG