Lînkên eksesibilîtî

DBP: Rewşa Girtîyên di Greva Xwebirçîkirinê de Giheşt Asta Mirinê


Di wêneya arşîvê de, rêvebirên DBP'ê li Amedê li pêş avahîya partîyê

Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) do Yekşemê, li pêş Girtîgeha Amedê ya Tîpa E xwest ku derbarê greva xwebirçîkirinê ya ku li hin hepsên Tirkîyê didome daxuyaniyê bide, lê polîsan destûr nedan.

Piştî nîqaşên dûvdirêj, rêvebirên DBP’ê, malbatên girtîyan û endamên rêxistinên wek KCD, TUHAD-FED, TJA ber bi avahîya DBP’ê ya Amedê meşîyan û daxuyanî li wir hate xwendin.

Serokê DBP’ê yê Amedê Zekî Baran bi daxuyanîyê dîyar kir ku greva ku hepsîyên Girtîgeha Şakranê daye destpê kirin di roja 54’an de ye û giheştiye asta metirsîya mirine.

‘’Bi sedan girtî jibo tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe, ablukaya ser gundan rawestin û binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan bisekinin di greva xwebirçîkirinê de ne. Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin daxwaza hepsîyan bînin cîh, ger nekin ewê berpirsê mirinan bin’’ Baran got.

Parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sîbel Yîgîtalp jî dîyar kir ku ew êdî kuştinan naxwazin û bang li bîragiştî kir ku piştgirîyê bidin hepsîyên di greva xwebirçîkirinê de.

Merivên girtîyên di grevê de jî, îro Duşemê ewê li avahîya DBP’ê ya Amedê dest bi greva xwebirçîkirinê bikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG