Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Tirkîyê Daxwaza Bidawîkirina Gireva Birçîbûnê Dike


Serokkomarê Tirkîyê Abdullah Gul daxwaza bidawîkirina gireva birçîbûnê li zîndanên Tirkîyê dike.

Birêz Gul dibêje ku gireva birçîbûnê pirsgirêkan çareser nake, lê belê pirsgirêkan aloztir dike.

Herî kêm 600 girtî li seranserê Tirkîyê di gireva birçîbûnê de ne jibo protestokirina vederkirina Abdullah Ocalan, rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê, li gor rojnameya Hurriyet ya Tirkîye.

Ev 14 meh in ku karbidestên Tirkîyê rê nadin ku berevankarên Ocalan serdana girava Îmralî bikin.

Hurriyet li ser zimanê jêderên hikûmeta Tirkîyê radigihîne ku rê bi berevankarên Ocalan nayê dan ku serdana wî bikin, lê belê endamên malbata wî dikarin bi fermî daxwaza dîtina wî bikin.
XS
SM
MD
LG