Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gulen: Eger Amerîka Biryara Radestkirinê Bide, Ezê Vegerim Tirkîyê


Rêberê olî yê Tirk Fethullah Gulen ku li Amerîka dijî, îro Înê dibêje ku ew darbeya leşkerî ya li Tirkîyê ji berê de hatiye plan kirin jiber ku Erdogan hewceyî hecetekê bû ku êrîşî wan bike.

Gulen di hevpeyvîneke taybet de ji televîzyona ZDF ya Almanî re got ku ew hazir e vegere Tirkîyê, eger Washington qebûl bike ku wî radestî Enqerê bike.

Gulen bi berdewamî got, ew daxwaza lêpirsîneke navnetewî li hember îdiayan dijî wî dike û amade ye bersîva hemî pirsên wê lêpirsînê bide.

"Divê rêxistineke navnetewî lêpirsîna doza hewila darbê bike. Eger ku min sûcdar bibînin, hîngê ez amade me hemî biryarên hember xwe bipejirînim. Lê, yên ku min tawanbar dikin nekarîne delîlên konkrît pêşkêş bikin, loma hemî îdiayên wan bê bingeh in.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Gulen tawanbar dike ku fermana hewila darbeya leşkerî daye. Loma jî daxwaz ji Washingtonê dike ku wî teslîmî Enqerê bike.

XS
SM
MD
LG