Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Tirk bo 85 Karmendên Wezaretan Biryara Girtinê Didin


Di wêneya arşîvê de hin girtîyên ku bi piştgirîya Fetullah Gulen tên tawanbar kirin
Di wêneya arşîvê de hin girtîyên ku bi piştgirîya Fetullah Gulen tên tawanbar kirin

Reuters'ê îro Sêşemê ragihand ku dozgerên Tirk, bi tohmeta piştgirîya Fetullah Gulen jibo 85 karmendên ku di wezaretên perwerdehî û enerjî de dixebitîn, biryara girtinê dane.

Hikûmeta Tirk, Gulen, ku li Amerîka dijî, bi rêvebirina hewildana darbeyê ve tawanbar dike.

Derbarê girtinên nû de ti hûrgilîyên din nehatin bi dest xistin.

Li Tirkîyê, heta niha 50,000 kes bi piştgirîya Fetullah Gulen hatine girtin.

Li ber e ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di serdana xwe ya Washingtonê de, ji karbidestên Amerîkî radestkirina Gulen bixwaze.

XS
SM
MD
LG