Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yildirim: Dema Em Dibin Şahidên Karên Nemirovati yên AKPê li Meclîsê Êrîşî Me Dikin


Gulser Yildirim, Endama HDP li Meclisa Tirkiyê
Gulser Yildirim, Endama HDP li Meclisa Tirkiyê

Doh roja çarşemê dema hind endamên meclisa Tirkiyê ji partiya HDPê, di xwestin liser rewşa li tirkiyê bi giştî li herêmên kurdan bi taybetî bi axivin, rastî êrîşan hatin.

Hejmarek zêde ji endamên meclisa Tirkiyê lîsta AK partiya desthildar êrîş birin ser Ferhat Encu endamê HDP û nûnerê Şernexê di parlemanê tirkî de şerê destan qewimî û di xwestin wî û hevlaên wî ji meclisî derbikin.

Liser vê mijarê Dengê Amerîka pişka Kurdî hevpeyvînek li gel birêz Gulser Yildirim endama mecilsa Tirkî ji partiya HDPê encam da.

Gulser got"AK partiya desthilatdar karên jidervey mirovatiyê li herêmên kurdan encam dide, em dibin şahidên karên hovane yên ku AKP dike, ji ber van sedeman ew êrîşî me dikin".

Gulser Yildirim di beşeke din yê axiftinên xwe de dibêje, AKP hêza xwe ji nebûn û bêdengiya opozosyonê digire, jiber ku MHP û CHP heman zihniyata AKPê heye li hember kurdan û gelên li herêmê.

Herweha Yildirim rexneyên xwe arastey welatên rojavayî dike û dibêje, pirsa koçberan yên ji cîhana siyan û koçberên Sûrî bûye mijara bazarî di navbera ewrupa û Tirkiyê de.

Hevpeyvîna li gel Gulser Yildirim di fayla deng de ye, temamiya Wê guhdarî bike.

Gulser Yildirim Endama HDP ya Parlamenê Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00

XS
SM
MD
LG