Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja 12an ya Oprasyon û Qedexa Liser Gundê Xeraba Bava Kuştî û Birindar Hene


Gundê Xeraba Bava
Gundê Xeraba Bava

Li gundê Xiraba Bava yê girêdayî Nisêbîna Mêrdînê 12 rojin qedexe û operasyon hene. Tê gotin 4 kes hatine kuştin, nêzî 40 kes hatine desteserkirin.

Walîtiya Mêrdînê dibêje operasyon li ser PKKê hatiye destpêkirin, yên ku hatine kuştin endamên PKKê ne.

Lê siyasetvanên Kurd li dijî vê yekê dertên.

Ji gundê Xeraba Bava Nizamedîn, ji Dengê Amerîka re behsa rewşa gund kir.

Wî got di roja duyemîn ya qedexê de jiber ku xizmekî wan nexweş dikeve, ew neşar dimînin bigehînin nexweşxanê. Ji wê rojê vir de ji gund agahiyên zelal nastînin. Wî got ew nizanin ku yên hatine kuştin gundî ne yan jî şervanên PKKê ne.

"Av tuneye, xwarin tuneye, bi sedan gundî di şertên giran de ne. Ji tirsan nikarin derkevin. 41 kes hatine desteserkirin û anîne Nisêbînê. Bi tu awayî em nikarin agahî ji gund bigirin."

Nizamedîn banga alikariyê dike û dibêje "Yên ku xwedî wijdanin, yên ku dibêjin em însanin, ji çi Îdyolojîyê dibe bila bibe, bila dengê gundê me bibîzin."

rapora ser gundê Xeraba Bavan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:27 0:00

XS
SM
MD
LG