Lînkên eksesibilîtî

Dozgerên Tirk Cezayên Giran ji 9 Rojnamevanan re Dixwazin


Dozgerên Tirk îro Pêncşemê cezayê zindanîkirina bi dirêjîya jînê ji neh rojnamevanan xwest ku di nav wan de romanivîsa navdar Asli Erdogan jî heye.

Ew neh rojnamevan tê darizandin, bi sedema ku wek piştgirîya bi rojnameya Ozgur Gundem ya ser bi Kurdan, wek sembolik edîtorîya wê kirine.

Ozgur Gundem di meha Tebaxê de, bû armanca êrîşa hikûmeta Tirkîyê û dû re, bi îdiaya ku peywendîya wê bi PKKê re heye, hatibû girtin.

Neh rojnamevanên darizandî bi endamtîya rêxistina terorê, propogandaya bo wê rêxistinê û herwiha bi hilweşandina yekgirtîbûna dewletê tên sucdar kirin.

Rexnegirên hikûmeta Tirkîyê dibêjin, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hewila darbeya tekçûyî bi kar tîne ku hevrikên xwe bêdeng bike.

XS
SM
MD
LG