Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton Berbijarîya Serokatîyê ya Partîya Demokrat Pejirand


Hillary Clinton do êvarê berbijarîya Partîya Demokrat pejirand û bal kişand ser pêdivîya yekbûnê da ku kêşeyên Amerîka bêne çareser kirin.

"Birastî li ser me dimîne. Divê em biryar bidin ku emê bi hevre bixebitin da ku em bi hevre rabin ser pîyan," Clinton di axaftina xwe ya seva dawî ya Kongreya Netewî ya Partîya Demokrat de, li bajarê Philadelphia got.

Clinton a 68 salî jina yekê ya dîroka Amerîka ye ku ji alîyê partîyeke mezin ve wek berbijara seroktîyê hat destnîşan kirin. Wê mafê namzetîyê wergirt, piştî ku li hember hevrikê xwe, Senatorê Vermont Bernie Sanders serketî bû.

Clinton di axaftina xwe de Sanders pesand û got wî kempeyneke gelek serketî ya ser dadwerîya civakî û aborî meşandiye.

"Dixwazim tu bizanî ku min dengê te bihîstîye. Doza te, doza me ye, "Clinton ji Sanders re got.

Clinton soza afirandina karên nû yên bi mûçeyên nû da û got, “welêt baş e, dema çîna navendî baş e.”

XS
SM
MD
LG