Lînkên eksesibilîtî

Cîgirê Hevserokê HDP'ê Ozsoy Rewşa Sîyasî ya Tirkîyê Dinirxîne


Li Tirkîyê rola sîyaset û demokrasîyê roj bi roj diguhere û operasyonên li dijî muxalîfan berdewam dikin. Berpirsê têkîlîyên derve yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, li ser vê rewşê ji Denge Amerîka re axifî.

Ozsoy dibêje ku bloka desthilata Tirk ku serekeyê wî Erdogan e, polîtîkayên wan yên Rojhilata Navîn di rewşa têkçûyînê de ye. Sedêmên wî jî tasfîyekirina Kurdan e ku li Rojhilata Navîn pêşve diçin.

“Îro pêşveçûnên Kurdan li cîhanê tên qebûl kirin, lê Erdogan qebûl nake. Bloka ku Erdogan piştî darbeya leşkerî ava kir, blokeke bê bingeh e û li ser mîlîtarîstî, nîjadperestî û oldarî ava bûye û xala wan ya hevpar jî Kurd in”.

Ozsoy li ser nîqaşên guhertina qanûna bingehînê jî rexneyên xwe tîne zimên ku bê Kurdan vê karî dikin, lê makezagonên ku hatine amade kirin qet serketî nebûne.

Ozsoy li ser astengkirina sîyaseta demokratîk jî hişyarî dide ku divê qada sîyasetê ji Kurdan neye girtin.

“Ku qada legal, parlamenter û rêvebirîya heremî ji Kurdan re were girtin, ewê xwe bi reyekî din îfade bikin. Eger hun hemû TV û radyoyan bigrin, gel tekoşîna xwe bi reyên antîdemokratîk wê berdewam bike.”

Parlamenterê Kurd di dawîya axaftina xwe de îdia dike ku Erdogan bi polîtîkayên şaş, xwe li Tirkîyê û li cîhanê bê qîmet kiriye:

“Erdogan hem li Tirkîyê, hem li dervê tenê maye û kes li rûyê wî nanêre û kes naxwaze wî bike mêvan. Kesên ku niha li cem Erdogan in, berê dijminatîya wî dikirin: Yîgît Bulut, Numan Kurtulmuş, Dogu Perînçek û hwd. niha li gel wî ne”.

XS
SM
MD
LG