Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trenek li New Jersey ji Hesinrê Derket, 1 Kuştî û bi Dehan Birîndar Hene


Treneke rêwîyan li bajarê Hoboken ya New Jersey ji hesinrê derket û li mirovên nav îstasyonê xist. Di rûdanê de 1 kes hate kuştin, pirtir jî 100 kesên din jî birîndar bûn.

Berdevkê bajarvanîya Hoboken Juan Melli ji VOA re got ku tren ji hesinrê derket û ket nav rêwîyên li platformê ku di dema şenîbar ya sibehê li benda trenê bûn.

Jiber qezayê, seferên trenê ji îstasyona Hoboken ku 11 km dervayê bajarê New Yorkê ye, hatin sekinadin.

Tîmên lêgerên û hawarçûnê li cîhê bûyerê ne û hewil didin ku sedema bûyerê bizanin. Dîsa, pisporên hikûmeta federalî jî vekolînên xwe yên ser rûdanê didomînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku îstasyona Hoboken navendeke girîng ya hatin- çûna navbera New Jersey û bajarê New Yorkê ye.

XS
SM
MD
LG