Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Tundrê li Bakurê Rojavayê Sûrîyê Şerî Hev Dikin


Çekdarên Cund el-Eqsa li Hema
Çekdarên Cund el-Eqsa li Hema

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku komên cîhadî yên nêzî DAIŞ'ê, li bakurê rojavayê Sûrîyê ketin pevçûnan.

SOHR'ê da zanîn ku şerên di navber Cund el-Eqsa û Tahrîr el-Şam li Kafr Zeita ya bakurê Hama û li herêmên başûrê Îdlib'ê qewimîne.

Berpirsekî komeke serhildayên ku di bin Artêşa Azad ya Sûrîyê de şer dikin, jî şerê di navber her du komên cîhadî piştrast kir.

Tahrîr el-Şam, bi daxuyaniyekê îdia kir ku berpirsê pevçûnan Cund el-Eqsa ye û ew wek hevkara DAIŞ'ê nîşan da ku bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî wan dike.

Piştî Artêşa Sûrîyê bi piştgirîya Rûsya û Îran'ê Heleb azad kir, ji Berfanbar ya 2016'an vir ve, gelek komên çekdar ku li bakurê rojavayê wî bajarî bi cîh bûne, ser kontrola deveran û mal û mulkan şerê hevdu dikin.

Tahrîr el-Şam, ku berdewama el-Qayde ya Sûrîye û berê bi navê Cebhehtul Nusra dihate zanîn, meha borî bi beşdarîya çend rêxistinên din yên Îslamî hat damezirandin.

SOHR'ê eşkere kir ku her çiqas Cund el-Eqsa û Feth el-Şam demekê bi hev re bûne jî, par ji hevdu veqetîya ne; Cund el-Eqsa niha baskê sereke ya el-Qaîde ye û li gor îdeolojîyeke nêzî DAIŞ'ê tevdigere.

Tahrîr el-Şam û Cund el-Eqsa, li dijî Ahrar el-Şam jî şer dikin ku ew komeke Îslamî ye. Her du kom êrîşî komên Artêşa Azad ya Sûrîyê jî dikin; meha borî jiber ku şandeyek jibo hevdîtinên aştîyê veguhastibûn Qazaqistanê êrîşî artêşê kiribûn.

XS
SM
MD
LG