Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heşda Şaabî Cihên Dîrokî Yên Bajarê Hadar Rizgar Dikin


Bajarê dîrokî Hadar (Hatra)
Bajarê dîrokî Hadar (Hatra)

Di daxûyaniyek lezgîn de hêzên Heşda şaabî roja Çarşemê raginad ku hêzên wan îro bajarê dîrokî yê ku entîkên berî 2000 salan lê hene ji çekdarên DAIŞ'ê rizgar kir, piştî kû sê gund berî niha hatîne rizgar kirin beşa dîrokî ya qeza Hadar "Hatra", ew jî hat rizgarkirin, weke daxuyaniya heşdê dibêje.

Ajansa Associoted Press "AP" ji Hewlêr li gor Kerîm al-Norî peyvdarê Heşda Şaabî dide zanîn ku hêzên wan aliyê dîrokî yê bajarokê Hadar rizgarkirîye ku 2-3 kîlometran dûrî navenda bajare û şûnewarek dîrokîye, ji aliyê UNESCO ve hatiye parastin û tomarkirin.

Bajarê Hadar qezayeke dikeve başûrê bajarê Mûsil, ji aliyê çekdarên DAIŞ"ê de li sala 2014an hatbû dagîrkirin û gelek entîkên dîrokî yên bajarî hatine têkdan yan jî DAIŞ'ê ew entîk firotine daku, şerê xwe pê fînanse bike.

Di Nîsana 2015an de vidîoyek hatbû weşandin, çekdarên DAIŞ'ê perçên entîkên dîrokî, dîwar û peykerên dîrokî têk didan û jinav birin.

XS
SM
MD
LG