Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda HDPê bi Serokatiya Demirtaş Gehişt Herêma Kurdistanê


Serokê Herêma Kurdistan M.barazanî û S.Demirtaş hevserokê HDP
Serokê Herêma Kurdistan M.barazanî û S.Demirtaş hevserokê HDP

Şanda Partiya Demokart ya Gelan (HDP) bi serokatiya hevserokê partiyê Selahattîn Demirtaş li herêma Kurdistanê ye. Demirtaş pêşiyê bi serokê herêma Kurdistanê birêz Mesoud Barzanî re civiya, paşan li bajarê Hewlêr Press Konferansek lidar xist di press Konferansê de Demirtaş balkişand ser giringiya vê serdenê ya Herêma Kurdistanê bi taybet di vê demê de.

herweha demirtaş got Rojhilata navîn di rewşek taybet de ye, divê kurd di vê rewşê de di amadekariyan de bin û barekî giran dikeve sermilên kurdan ku bihevre bixebitin.

Li Bajarê Duhok hind welatiyan derheqa serdana şanda HDPê ramanên xwe anîn ziman, Rojanemevan Ehmed Bendî gote dengê Amerîka "peyama aştiyê ya Herêma Kurdistan Îraqê jibo Kurdên bakûr gelek giringe, jiber ku ew ji hemî parçan zêdetir bandorê lihev dikin û têkiliyên başûr bi Tirkiyê re bo kurdên bakûr gelek di girnig in".

‌‌Herweha welatî Kîvî Edurahman got "ew bi hêvîne ku ev yekêtiya Kurdan xurtir bike û kurd pitir pitir nêzîkî yek bike".

Wek tê zanîn Şanda HDP ê piştî civîna li gel serokê herêma Kurdistanê dê li gel berpirsên din yên Herêmê pêk bîne û ewê serdana aliyên siyasî ji bikin û nerînên wan liser aloziyên herêmê bizane, herweha hat zanîn ku şand dê serdana bajarê Silêmaniyê jî bike.

Raporta Selam Balyî ji Duhokê - Serdana Şanda HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG