Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Derve yê Almanî Serdana Tirkîyê de Wê Girtina Parlementerên HDPê Bîne Rojevê


Mitînga HDP li Amed(Diyarbekir)ê

Karbidestên Almanî dibêjin ku wezîrê wan yê derve, di serdana Tirkîyê ya hefteya were de, wê mijara girtina parlementerên opozîsyonê bîne rojeva hevdîtinan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanî Martin Schafer îro Înê ragihand ku li ber e wezir Frank-Walter Steinmeier derengîya roja Duşemê here Tirkîyê.

Schafer da zanîn ku Steinmeier plan dike ku roja Sêşemê ligel karbidestên hikûmetê, partîyên opozîsyonê û nûnerên sazîyên sîvîl hevdîtinan bike.

“Naveroka hevdîtinên Steinmeier hîn jî tê amade kirin, lê divê bê gotin ku babeta parlementerên girtî yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), bêguman di nav rojeva wî de ye,” Schafer li Berlînê ji nşçegîhanan re got.

Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 endamên parlemanê yên wê partîyê, bi îdiayên terorê hatibûn girtin û girtina wan ji alîyê civaka navnetewî, bi tundî hatibû rexne kirin.

Yekîtîya Ewrupa jî giwaştinên ser parlementerên Kurd bi zimanekî xurt şermezar kiribû û hin endamên hevalbendîyê cemidandina peyvajoya endemtîya Tirkîyê xwestibû.

XS
SM
MD
LG