Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP jiber Gotinên Dijî Demîrtaş Doz li Hember Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Vedike


Li meclîsa Enqerê piştgirên Demîrtaş
Li meclîsa Enqerê piştgirên Demîrtaş

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) derbarê Wezîrê Karên Hindur yê Tirkîyê Suleyman Soylu, gilîname da dozgerîyê. HDP’ê da zanîn ku Soylu, ser hevserokê wê partîyê Selahattîn Demîrtaş gotinên ne baş kirine û ew jiber sûcên ‘’heqaret’’ û ‘’sorkirina jibo tawanê’’ hatîye gilî kirin.

Soylu di 23ê Sibatê de li Erziromê derbarê Selahattîn Demirtaş de gotibû ku ew Demîrtaşê ku ne ti mêr e jibo ku gel hevdu bikuje wan vedixwîne qadan.

‘’Soylu di civîneke ku li Erziromê beşdarê bûye de ser Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş gotinên neheq û ne xweş anîne ziman’’ HDP’ê bi daxuyanîyekê got.

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 13 parlementerên wê partîyê girtî ne. Herwiha parlementerîya Fîgen Yuksekdagê jî hat betal kirin.

XS
SM
MD
LG