Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlmenterê HDP'ê Dibêje Erdogan Dikare Were Rawestandin


Parlementerê HDP'ê Hişyar Ozsoy
Parlementerê HDP'ê Hişyar Ozsoy

Parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy ji Reuters’ê re got ku ew bi hêvî ye ku di referanduma 16’ê Nîsanê de, piranîya gelê Tirk dê dengên xwe li dijî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bi kar bîne.

‘’Mixabin, gelek Ewrupî dibêjin ku qey desthilata Erdogan têk naçe, lê ew jî dikare were rawestandin’’ Ozsoy got.

Ozsoy, ku yek ji çar parlementerên HDP ‘ê yên vê hefteyê çûn serdana parlementoya Alman bû, bi berdewamî dîyar kir ku ew bawer dike ku li dîaspora jî bi qasî Tirkîyê metirsîya guherandina qanûna bingehîn hatiye dîtin.

Erdogan dibêje ku guherandinên di qanûna bingehîn de dê seroktîyeke xurttir bîne Tirkîye, lê HDP û partîya pêş ya rikeber CHP didin zanîn ku ewê li Tirkîyê rêvebirîya tek şexsekî çêbibe.

Ji aliyê din ve, du parlementerên din yên HDP’ê, Berdan Ozturk û Mehmet Emin Adıyaman, îro li Erdexanê hatin desteser kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokên HDP’ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, li Tirkîyê 13 parlementerên HDP’ê girtî ne.

XS
SM
MD
LG