Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Helwesta Xwe ya Referandumê Eşkere Dike


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) helwesta xwe ya referandumê îro bi civînekê li Stenbolê ji bîragiştî re eşkere kir. Berdevkê HDP'ê û nûnerê bajarê Ruha, Osman Baydemîr di civînê de got ku ewê di referanduma guherîna hin xalên qanûna bingehîn de bêjin “na”.

“Emê ji tek ziman, tek netew û tek rêber re bêjin “na” û em nahêlin ku pirçandî tunebe. Ji qanûna bingehîn ya 1924'an vir ve Kurd û çandên din, zimanên din û bawerîyên din rengên xwe di qanûna bingehîn de nedîtin,”Baydemîr got.

Baydemîr bal kişand ku hevserokên wan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên wan li zindanê ne û di paketa ku hikûmetê amade kiriye de azadî, dadwerî û demokrasî ji wan kesan re, ji Kurdan re, ji Alevîyan re tuneye.

Baydemîr bang li hemî hemwelatîyên Tirkîyê kir ku li hember darbeya sîvîl, rewşa awarte û biryarnameyên bi desthilata qanûnê re bêjin “na.”

Baydemîr îdia kir ku dijderketina guherîna referandumê dê ronî û xweşhalî ji gelên Tirkîyê re bîne.

XS
SM
MD
LG