Lînkên eksesibilîtî

Operasyonên Hember HDP'ê Didomin, Îro jî 5 Şîretvanên Wê Hatin Binçav Kirin


Karbidestên Tirk di operasyoneke hevdem ya îro Înê de 5 rêvebirên din yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Amedê û Enqerê desteser kirin.

Polîsên Tirk, bi sedema tawanên terorîzmê avêtin ser malên çar şîretvanên parlementerên HDPê ku di nav wan de şêwirmendê hevseroka partî Fîgen Yuksekdag jî heye.

Li bajarê Wanê jî dora 30 karmend û xebatkarên şaredarîya Wanê ya bin kontrola Partîya Demokratîk ya Gelan (DBP) desteser kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hefteya borî jî hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlementerên wê hatibûn girtin.

HDP partîya herî mezin ya sisêyan e li Tirkîyê û di parlemana wî welatî de 59 kursîyên wê hene.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG