Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê li Rojhilata Helebê Çavkanîyên Avê ji DAIŞ'ê Distîne


Li rojhilata Helebê sîvîlên ku avê dibin malên xwe
Li rojhilata Helebê sîvîlên ku avê dibin malên xwe

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku Artêşa Sûrîyê, li bakurê wî welatî, gundekî ku ji çavkanîyên wê av ji Helebê re dihat şandin ji DAIŞ'ê sitandîye.

SOHR, ku navenda wê li Londonê ye, da zanîn ku artêş û komên ku piştgirîya wê dikin li rojhilata Helebê pêşde çûn û gehiştine nêzî herêma el-Xafsa.

Jêderekî leşkerî jî ji Reuters'ê re pêşketina artêşê piştrast kir.

XS
SM
MD
LG