Lînkên eksesibilîtî

Kremlîn Dibêje Derxistina Serhildayan ji Helebê Hîn di Rojeva Wê de Ye


Heleb

Qesra Kremlîn îro Çarşemê got ku lihevkirineke navbera Rûsya û Amerîka ku rê bide serhildayan bi ewlehî ji Helebê derkevin hîn jî di rojeva wê de ye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji nûçegîhanan re got ku heta niha ti danûstandindin li ser wê mijarê nehatine plan kirin.

Peskov got ku pisporên Rûsî û Amerîkî, di derheqa Sûrîyê de di nav peywendî de ne, lê da zanîn ku ew ji danûstandinên asta bilind neserxwext e.

Peskov dîyar kir ku "tevî hebûna pêşnîyara derxistina serhildayan ji Helebê, tenê hejmareke kêm ji wan ji bajêr derketine û piranîya wan hîn li nav Helebê ne.

Wî got, serhildayên ku mane çekdarên Nusra û serhildayên din yên nêzî wan in.

XS
SM
MD
LG