Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rejîma Sûrî li Helebê Pêşdeçûna Xwe Didomînin


Leşkerên rejîma Sûrî li Helebê
Leşkerên rejîma Sûrî li Helebê

Ajansa AFP radigihîne ku hêzên rejîma Sûrî yên bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî, îro Înê li Helebê pêşdeçûn bi dest dixin.

Rêxistina Doktorên Bêsînor (MSF) hikûmeta Sûrî û hevalbenda wê Moskowê tawanbar kir ku dibin sedema “derya xwînê” li Helebê û rojhilata bajêr ya bin destê serhildayan şiband “qûtiyeke mezin ya kuştinkarî” ye.

Artêşa Sûrî ji du alîyan peşdeçûna xwe li Helebê didomîne, di vê demê de ku danûstandinên navbera Amerîka û Rûsya li ber têkçûnê ne.

Neteweyên Yekbûyî, Şam hişyar kir ku operasyonên wê li Helebê dikare bibe sedema malwêranîyeke mezin ya mirovahîyê.

XS
SM
MD
LG