Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Ragihandine Rûsya, Operasyonên Rejîîma Sûrî Îro li Helebê Didome


Hêzên hikûmeta Sûrî derengîya Pêncşemê operasyoneke nû li Helebê destpê kir û Înê sibe jî bi hêzên bêjeyî û êrîşên esmanî ew operasyon berdewam kir.

Dîdevanan got ku helicopter, firokên ceng û roket wek her dem êrîş kirin û bi armanca ku tevahîya rojhilata Helebê ji destê serhildayan derxînin.

Berdevkekî koma tundrê Cebha Şamîya ku li Tirkîyê dimîne, ji Reuters re got ku êrîşên pir tund li ser wan çêdibin, lê çekdarên wan li cîhê xwe ne, şerê xwe didomînin.

Jêderekî artêşa Sûrî ragihand ku heta niha 32 ji 40 taxên giştî li rojhilata Helebê hatin rizgar kirin û pêşdeçûna wan ji ya plankirî zûtir didome.

Wezîrê Karê Dervê yê Rûsya Sergei Lavrov do Pêncşemê gotibû ku hikûmeta Sûrîyê li Helebê hemû operasyonên xwe yên leşkerî sekinandine.

Lavrov dîyar kiribû ku pisporên leşkerî yên Amerîkî û Rûsî dê roja Şemîyê bicivin û jibo pêşeroja Sûrîyê biryarekê bidin.

XS
SM
MD
LG