Wek her sal hemî dezgehên hikûmî li parêzgeha Duhokê rêzgirtin bo qurbaniyên karesata Helebce di demjimêr 11'ê sibehê de li dû dema Herêma Kurdistanê bo 5 deqîqeyan bi bêdengî rawestiyan û dîsa li tev cade û kolanan jî hatinûçûna otomobîlan jî hat rawestandin.
Di 16'ê Adarê de tevahîya Herêma Kurdistanê bi bîrewerîya Helebce bizav û çalakiyên cur bi cur encam didin.
Li Duhokê pêşangeheke wêneyên karesata Helebce nîşan da ku herkes wan wêneyan bibîne wê malwêranîyê bi bîr bîne.
Dîsa, jibo nasandina Helebce wek jenosîd di raya giştî ya cîhanî de çend semînar tên pêşkêş kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Helebce li def hikûmeta Herêma Kurdistanê wek parêzgeh danaye, lê ta îro hikûmeta navendî li Bexda ew çend pesend nekiriye.