Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Azadiya Rojnamegerî li Herêmên Kurdan


Hello Washington
Hello Washington

Mijar xeleka nû ya bernama Hello Washington (Azadiya Rojnamegeriyê li Herêmên Kurdan) bû, di vê xelekê de, binpêkirinên mafê rojnamegeriya azad li herêmên kurdan û Îdare û desthilatên di jêr kontrola ewlekariya kurdan û Îdara wan de hat gotûbêj kirin

Di vê bernamê de, hind mêhvanên weke qorbanên şîtea liser azadiya Rojnamegerîyê beşdar bûn, ji herêma Kurdistana Îraqê û ji bajarê Duhok, rojnamevan Sebah Etrûşî hebû ku, demekê ji aliyê asayişa bajarê Duhokê de, hatbû girtin û desteser kirin.

Herweha di çend rojên derbasbûyî de, hind kesên serûçav nixaftî (dapoşî) li bajarê Amuda Rojava, êrîş birbûn ser êstgeha ARTA FM, berpirsê şaxê Amudê hunermend Sefkan hatbû girtin û gef li wî xwar bûn û paşan avahiyê FMê şewitand bûn.

Liser vê mijarê berpirsê giştî yê ARTA FM Sîrwan Berko ji Almaniya liser çawanî û sedemên êrîşê axivî.

Ji Tirkiyê, ji bajarê Enqerê, Xeyî Demir, Rojnamevanê ajansa Dîcle beşdarî bernamê bû, wî pêzanînên derheqa rewşa Rojnamegeriyê li tirkiyê bi giştî û li herêmên kurdan bi taybetî anî ziman.

Temamiya bernama Hello Washingtin di fayla deng de guhdarî bike.

Azadiya Rojnamegriyê li Herêmên Kurdan di Bernama Hello Washington
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:19 0:00

XS
SM
MD
LG