Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrîyê Pêşnîyara Herêmên Ewle Dipejirîne


Reuters’ê ji zarê Wezareta Karên Derve yên Sûrîyê ragihand ku hikûmeta Sûrîyê, piştgirîya çêkirina herêmên ewle dike ku Rûsya pêşnîyaz kiribû.

Di danûsitandinên li Astana ya Qazaqistanê ku ji alîyê Rûsya, Tirkîye û Îranê ve tê birêve birin, Rûsya ji Sûrîyê çêkirina çar herêmên ewle xwestibû.

Opozîsyona Sûrîyê beşdarî civîna Astana nebû û ji hikûmeta Sûrîyê xwest ku herêmên di destê wê de bombebaran neke.

Wezareta Karên Derve yên Sûrîyê bi daxuyanîyekê da zanîn ku hikûmet, pêşnîyaza Rûsya ya bo çêkirina herêmên ewle dipejirîne û ewê wan deran bombebaran neke.

Di daxuyanîyê de herwiha hat gotin ku ewê hikûmeta Sûrîyê têkoşîna xwe ya li dijî komên terorîst bidomîne.

XS
SM
MD
LG