Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzên Kurdî li Hesekê Xalên Nû ji Hikûmetê Standin


Bajarê Hesekê
Bajarê Hesekê

Reuters ji zarê karbidestekî Kurd radigihîne ku YPG çend xalên destê hikûmeta Sûrî li Hesekê xistine bin bin kontrola xwe û axa bin desthilata xwe berfireh kiriye.

Ev sê roj in ku li Hesekê ya nav rejîmê û Kurdan dabeşkirî şerên dijwar diqewimin û cara yekê ye rejîma Esad êrîşên esmanî li hember Kurdên hevalbenda Amerîka bi kar tîne.

Nasir Hecî Mansur, Şewirmendê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji Reuters got ku hêzên Kurdî jimareke avahîyên hikûmetê û koleja aborîyl ji destê hêzên hikûmetê derxistin.

Heta niha daxuyanîyek ji hikûmeta Sûrî nehatiye dayîn.

XS
SM
MD
LG