Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Rejîma Sûrî Taxên Kurdan li Hesekê Bombebaran Dike


Wêneyeke arşîvê ji dora Hesekê
Wêneyeke arşîvê ji dora Hesekê

Ajansa Reuters ji zarê Berdevkê Giştî yê YPG Rêdûr Xelîl ragihand ku hêzên rejîma Esad bi firokan êrîş taxên Kurdan li bajarê Hesekê dike.

“Firokên rejîmê li taxên bin kontrola Kurdan û xalên kontrolê yên Asayîş Kurdî xistin. Şehîd û birîndarên me hene,” Xelîl got.

Hêjayî gotinê ye ku di şerê navxweyî ya pênc salan de, cara yekê tê dîtin ku hêzên hikûmeta Sûrî herêmên bin kontrola Kurdan bomberan dikin.

XS
SM
MD
LG