Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Mûsilê Enîyeke Nû Vedikin


Reuters'ê îro Pêncşemê ragihand ku Artêşa Îraqê li bakurê rojavayê Mûsilê pêşde çûye û enîyeke nû vekirîye.

Fermanderekî artêşê da zanîn ku hêzên taybet yên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî jî giheştine Mûsilê.

Artêş û hêzên girêdayî wezaretê dê operasyona enîya nû tev bimeşînin ku li başûrê bajêr, bi hev re dijî DAIŞ'ê serkeftinên mezin bi dest xistibûn.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî piştgirîyê dide hêzên Îraqî ku di Cotmehê de dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kiribûn.

Çekdarên DAIŞ'ê niha li quncika bakurê rojavayê Mûsilê dorpêçkirî ne û Mizgefta el-Nurî jî li wê derê di destê wan de ye. Rêberê DAIŞ'ê Ebubekîr el-Bexdadî di sala 2014'an de xîlafet ji wê mizgeftê ragihandibû.

XS
SM
MD
LG