Lînkên eksesibilîtî

Hillary Clinton Û Donald Trump Peyvên Xwe Yên Dawiyê Pêşkeş Dikin


Hilbijartin 2016 Ohio

Hilbijartin 2016 Ohio

Donald Trump kandîdê Komariyan bo serokatiya Amerîka di seatên destpêkê yên roja Sêşemê de, peyva xwe ya dawiyê li Grand Rapids li Michigan pêşkeş kir, Trump di peyva xwe de got"Eger ku biser nekevîn evê dê bibe mezintirîn jidestdana wext, şiyan û pereyan di jiyana min de".

Trump herweha di dawîn peyva xwe de li New Hampshire li navenda konferansa xwecihî de Trump got "vaye kampêna hilbijartinan bidawî hat", ev heweildanek nû bû ku, em dixwazin Amerîka cardin bibe welatê herî bihêz.

Di dema axiftina Trump de gelek kesên amade xwe ber bi derî ve kişand, weha hat gotin ku ew dixwazin xwe nêzîkî deriyê derketinê bikin, lê hindan dan zanîn ku xelkê mandî bûne û dixwazin derkevin û gotin yaku wan bihîstî bese.

Li aliyê din kandîda demokratan bo serokatiya Amerîka Hillary Clinton di seatên destpêkê yên roja Sêşemê de li Raleigh, North Carolina peyva xwe ya dawiyê pêşkeş kir û bang li girseya gel kir ku, Donald Trump jiber nerînên wî yên "Tarî û Cûdaxwaz" red bikin.

‌Hunermend Lady Gaga û Jon Bon Jovi.bi Hillary Clinton re bûn dema peyva xwe pêşkeş dikir û ew ji aliyê girseya gel ve bi qêriyan hatin pêşwazî kirin, Hillary got ev dê bitenê bibe destêkek jibo karkirinê piştî hilbijartinan.

Wek tê zanîn Hillary Clinton şeva Sêşemê li bajarê Philadelphia peyvek pêşkeş kir, serokê Amerîka Barack Obama amade bibû, wî Hillary Clinton bangî ser sehnê kir.

Barack Obama serokê niha yê Amerîka û xanima yekê Michelle Obama, herweha serokê berê yê Amerîka Bill Clinton û hejmareke kesatî û hunermendan di gel wê de bûn.

Geşta dawiyê ya Hillary Clinton li bajarê New York bidawî hat û tê texmînkirin ku ewê herdu kandîdên serokatiya Amerîka li bajarê New York encamên hilbijartinan bişopînin.

Di hilbijartinên îsal yên 2016an de zêdetirî 218 Mîliyon Amerîkiyan mafê dengdanê heye, di hilbijartinên pêşwext de zêdetirî 40 Mîliyon kesan dengê xwe daye.

XS
SM
MD
LG