Lînkên eksesibilîtî

Amerîkî Bo Hibijartina 45mîn Serok Qesta Binghên Dengdanê Dikin


2016 Election Massachusetts Voting

2016 Election Massachusetts Voting

Zêdetirî 218 Mîliyon dengderên Amerîkî mafê dengdanê heye, di hilbijartinên serokatiya Amerîka yên sala 2016an de, ku îro roja Sêşemê tên encam dan.

Piştî gotûbêj û hevirkiyek dijwar ya di navbera herdu kandîdên serokatiya Amerîka Hillary Clinton ji Demokratan û Donald Trump yê Komariyan de, serê sibeya îro roja Sêşemê Amerîkî li bingehên dengdanê rêz bibûn.

Yekemîn bingehê dengdanê li eyaleta Vermont di seat 5î serê sibê de hat vekirin, piraniya bingehên dengdanê li hemû eyaletên Amerîka dê ji seat 6î serê sibê heta seat 8î êvarî ser wextê Washington vekirî bimînin.

Di van hilbijartinan de zêdetirî 218 Milîyon kesan mafê dengdanê heye, weke her kesekî herdu kandîdan Hillary û Trump mafê dengdanê heye, herdu kandîd dê li New York dengê xwe bidin.

Li gur rapirsiyên heta niha hatîne encamdan, kandîda demokratan bi hejmarên kêm li pêşiya kandîdê Komariyan Donald Trump e, lê hêjî nayê zanîn kanê kî dê hilbijartinan qazanc bike heta encamên hilbijartina bi şêweke fermî neyên ragihandin.

Eger di van hilbijartinan de Hillary Clinton qezenc bike ev dê bibe Yekemîn seroka Jin di dîroka Amerîka de û eger Donald Trump qezenc bike dîsan dê bibe yekemîn Karsaz ku bibe serokê Amerîka yê pêşwext di siyasetê de kar nekir be.

XS
SM
MD
LG