Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haley: Bêguman Tilîya Rûsya di Hilbijartinên Amerîka de Heye


Nikki Haley
Nikki Haley

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley dîyar kir ku Rûsya mudaxeleyî hilbijartinên Amerîka kiriye û piştî vekolîn temam bibin ewê ser kiryarên Kremlînê biaxivin.

Haley, di hevpeyvîneke wê ya ku di kanala ABC de hat weşandin de, got ku ew bi ti awayî naxwazin ku welatên derve mudaxaleyî hilbijartinên Amerîka bikin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin, îdiayên ku dibêjin tilîya welatê wî di hilbijartinên Amerîka de heye, pûç dike.

Qesra Sipî jî hemî îdiayên ser peywandîya rêvebirîya Trump ya bi Rusya red dike, lê Trump eşkere dike ku Rûs ketine e-nameyên Demokratan, bes li gor wî ti bandora vê ser encamên hilbijartina nebûye.

Haley, ku Trump qaneh kiribû ku ew jibo balyozîya NY dev ji walîtiya Carolîna Başûr berde, da zanîn ku Trump, heta niha tek carekê jî ji wê re negotîye ku li dijî Rûsya tiştekî nebêje.

‘’Niha di navbera me û Rûsya de hez yan tiştekî wek wê tine. Ew dizanin ku me hêz û dengê xwe jinûve top kiriye û em jinûve pêşengîyê dikin’’ Haley got.

Raporên sazîyên îstixbaratî yên Amerîkî dîyar dikin ku Rûsya xwestîye ku alîkarîyê bide kempeyna Trump ya hilbijartinê. Komîsyonên Kongres û Buroya Vekolîna ya Federalî (FBI), jibo zelal bikin ku hevkarîya hikûmeta Rûsya bi tîma Trump re heye yan na vekolînan dikin.

XS
SM
MD
LG