Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Mirovahî ya Cîhanê li Stenbolê Berdewam Dike


Hilcivîna Mirovahî ya Cihanê cara yekê îsal ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di navbera 23 û 24 meha Gulanê li bajarê Stenbolê hat li dar xistin.

Bi beşdarbûna Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û 60 serokên dewlet û hikûmetên navneteweyî tev li zîrveyê bûn. Dîsa, nûnerên dewletan û rêxistên sîvîl yên navnetewî û sazîyên akdemîk û medya jî beşdarî hilcivînê bûn.

Mebesta zîrveyê ev e ku li ser pirsgirekên giştî yên ku mirovahî rastî tên jibo van çareserîyan bibîne û her wiha li ser alîkarîyên mirovahî tê kirin, ji wan mebestan yek jî jibo çareserîyên bingeh ava bibe nîqaşên kûr bên kirin.

Bi tevlîbûna ew qas sazîyên nawnetewî û rêxistinên ciwakî û serokên dewleta, rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF), beşdarî zîrveyê nebû, bi sedema ku ‘hêvîya wan jibo rewşên awarte de gavên bi şênber bên avêtin’, tuneye.

Nûnera MSF ya Tirkîyê Serap Balam Ozturk di derbarê hilcivînê de wiha peyîvî:

“Me zîrve prosteto nekir, lê me xwe vekişand û sedemên me yên vekişînê jî hene. Jiber demê û rewşa welatên wekî Yemen, Sûrîye, Afganistan û li Ewrupa ku rewşa koçberan xuya ye, loma em girîngîyê didin vê zîrveyê. Di amedehîya zirvê ya 18 mehan de me cih girt, me civînan li dar xist û me nivîsên wek gotar û lêkolîn parve kirin.”

Ozturk bal kişand ku naveroka hilcivînê bê agahîya wan hatiye guherin û ew bûye sedema vekişandina wan.

“Dema zîrve destpê bike, me dît ku di naveroka mebesta zirveyê guherîn çêbûne û ji mafê mirovan zêdetir, rewşa pêşketina dewletan wê were nîqaş kirin. Sedema fikîrina me ev e ku, em li 70 welatan zêdetir karê xwe dimeşînin: li cihên ku şer lê heye, li cihên ku nexweşîyên şoba hene û li cihên ku lehî rabûne û erdhêjên mezin bûne, em xebitîne.”

Hêjayê gotinê ye pêşkeşvanîya zîrveyê lîstîkvanê Amerîkî Forest Whitaker kir û lîstîkvanên navdar yên Hollywoodê Ashley Judd û Daniel Craig jî pêşkêşîyê tev li hilcivînê bûn.

ZY_5_24_2014
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG