Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda Cîhadîyekî bi Tawana Terorê Ceza Dike


Dadgeha Danhak ya Hollandî roja Çarşemê kesekî cîhadî yê 23 salî bi tawana terorê û tevlîbûna nav rêzên cîhadiyan li Sûriyê cezayê 31 mehên girtinê dan wî.

Kesê 23 salî ku nave wî nehatiye zanîn, du caran bi riya Tirkiyê hewildaye tevlî nav rêzên çekdarên Daiş'ê bibe li Sûriyê, cara yekê meha 12an ya sala 2014an, li ser sinorê Tirkiyê û Sûriyê hatiye girtin û vegeransdine Hollanda û xistin girtîgehê.

Meha Gulana 2015an serbest hat berdan, piştî 9 mehan ji wendabûna wî, cardin li ser sinorê Sûriyê hat girtinbû, meha Gulana sala 2016an car din vegerandin Hollanda.

Tê texmînkirin ku ji Hollanda 280 kes bi armanca cîhadê giha bin nav rêzên çekdarên Dewleta Îslamê "Daiş'ê".

XS
SM
MD
LG