Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Holland: Êrîşa Nice Êrîşek Terorîstî Ye û Fransa Sê Rojan Dê di Şîniyê de Bimîne


Di Komcivîna Mongolia Asia Europe de serok û berpirsên welatên Beşdar weke Xemgîniya êrşa Nice deqîqekê bêdeng rawestan.
Di Komcivîna Mongolia Asia Europe de serok û berpirsên welatên Beşdar weke Xemgîniya êrşa Nice deqîqekê bêdeng rawestan.

Serokê Fransa Francois Holland serdana bajarê Nice kir û Êrîşa li bajarê Nice yê başûrê welat, weke êrîşeke Terorê binav kir û da zanîn ku, rewşa awarte dê heta sê mehên din berdewam bibe û welatê Fransa dê sê rojan weke xemginiya qurbaniyan ragehîne.

Holland piştî ji civîna maseya krîzan di seatên serê sibeya roja Înê de bidawî kir, da zanîn ku, dê rewşa awarte li seranserî Fransa heta sê mehên din bihê berdewamkirin.

Doh roja pênşemê kesekî Fransî di regez de Tunsî, bi trombêleke mezin êrîş bir ser girseya gel dema di ahengên roja nîştîmanî ya Fransî de li bajarê Nice aheng lidar dixstin, di encama êrîşê de heta niha 84 kes hatine kuştin, bi dehan jî brîndar hene ji wana 50 zaro ku rewşa gelek brîndaran pir xerabe.

Reaksyonên derheqa êrîşa Nice de li seranserî cîhanê û bi taybet di nava welatên ewrupî û rojavayî de deng veda.

Serokê Bajêrvaniya London Sadiq Xan roja înê ragihand ku ewê li gel berpirsên polîsan tedbîrên ewlekariyê bistînin û got ewê hemû hewildanan bikin jibo parastina jiyana welatiyan.

Herweha serê sibeya roja înê gotebêjê wezareta derve ya Amerîka John Kirby ragihand ku di nava kuştiyên êrîşa Nice de 2 welatiyên Amerîkî hene.

Polîsê Fedralî yê Almaniya ragihand ku, piştî êrîşa Nice ewê ewlekariya Sînorê Almaniya û Fransa bixin jêr çavdêriyek tund û tedbîran li Frîngeh, êstgehên tirênê û riyên hatinû çûna welatiyên werbigirin.

Ajansan da zanîn ku hejmara kuştiyên êrşê gihaye 84 kesan, polîsên Fransî dibêje êrîşkar welatiyekî Fransî di regez de Tunisî ye, di jiyê 31 salîyê de ye navê wî Mohamed Lihwêc Bohîlal e, polîsên Fransê didin zanîn ku, Mohamed Bohîlal di qeydên wan de weke kesekî tawankare di warê zêdegaviyên liser mafên giîtş bi taybet yên encamdana şîdet û diziyê qeydên wî hene, lê ew weke kesekî girêdayî ramanên radîkal nehatiye qeyid kirin.

XS
SM
MD
LG