Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Hollandî de Partîya Lîberal û ya Dijî Koçberan li Pêş In


Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte
Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte

AFP'ê ragihand ku rojek berî hilbijartina Hollanda, Mark Rutte ku serokê VVD ya lîberal e û Geert Wilders ku serokê PVV ya li dijî Îslam û koçberan e di weşana zindî ya kanalekê de nîqaş kirin.

Koçberên qaçax, derketina ji Yekitîya Ewrupa (YE) û krîza di navber Hollanda û Tirkîyê de, mijarên sereke yên nîqaşa Rutte û Wilders bûn.

''Erdogan tu dîl girtîyi, sînorên Holllanda bigire'' Wilders ji Rutte re got.

''Ew ne ti çareserî ye, tu Nexitê dixwazî, tu dixwazî Hollanda ji Ewrupa derkeve. Tu zanî bedela wê çi ye.. Wisa neke'' Rutte li Wilders vegerand.

Wilders, ku dibêje ew li dijî ''Îslamîkirin''a welêt e, soz dide ku ewê sînorên Hollanda ji koçberên Misliman re bigire, mizgeftan rake û firotana Quranê jî qedexe bike. Ew herwiha dixwaze Brîtanya bişopîne ku Hollanda ya ku yek ji damezirînerên YE ye ji yekitîyê derxîne.

Anketên jibo hilbijartina Hollanda ku ewê sibê Çarşemê li dar keve, nîşan didin ku li wî welatî rasgirîya tundrê bi pêş dikeve ku ew jî dibe ku bandorekê ser hilbijartinên Almanya û Fransa yên ku dê îsal li dar kevin çêke.

''Ez dixwazim Hollanda bibe welatê yekê ya rê li siyaseta şaş û populist digire'' Rutte, çend demjimêr berî hilbijartinan ji rojnamevanan re got.

Pisporekî siyasetê ji AFP'ê re dîyar kir ku 60 ji sedê hilbijêrên Hollandî niha bêbiryar in.

Di meclîsa Hollanda de 150 kursî hene ku ewê 12.9 mîlyon hilbijêr jibo 28 partîyan biçin ser sindoqan.

Li gor aneketên dawîyê VVD ya lîberal di hilbijartinê ji 23 heta 27 kursî bi dest dixe. PVV ya ku li dijî Îslam û koçberan e her çiqas demeke dirêj, di anketan de wek partîya yekê xuya dikir jî niha wek partiyê duyê derdikeve ku ew jî ji 19 heta 23 kursîyan distîne.

XS
SM
MD
LG