Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Fransa Serdana Îraqê Dike


Serok hikûmetê Îraqê Haider al-Abadi û serokê Fransa Francois Hollande
Serok hikûmetê Îraqê Haider al-Abadi û serokê Fransa Francois Hollande

Roja Duşemê serokê Fransa François Hollande bi serdanekê giha Îraqê û serdana hêzên Fransî kir yên ku li Îraqê ne, Hollande ji leşkeran re gotiye ew bi hêvîne sala nû ya 2017an sala serkeftina biser terorê de be.

Serokê Fransa yê Sosiyalîst yê ku welatê wî di 2 salên borî de rastî êrîşên şîdetkaran hatî û gelek kes hatîn kuştin got, leşkerên fransî yên ku xizmeta xwe di nava hevpeymaniya navnetewî de bi serokatiya Amerîka li dij DAIŞê pêşkeş dikin, hewildaneke da ku qetlîam li nava welatê wan Fransa pêk nehên.

Hollande dibêje" çendî alîkariya avedankirina Îraqê bihêt kirin, ewqas dê rê liber êrîşên DAIŞê li ser axa me bihê girtin."

Asta hezkirina Hollande, li Fransa hatiye xwar, piştî êrîşên terorîstî, gelê Fransa rastî bêhêvîtiyê hatine, jiber rewşa xerab ya ewlekariya niştîmanî û abûriya welat, jiber van sedeman Hollande ragihand ku ew di hilbijartinên serokatiya Fransa de xwe jibo serokatiyê kanîd nake.

Holland piştî serdana xwe ya Bexda û civînên li gel serok û serok hikûmetê Îraqê, giha bajarê Hewlêr, weke berpirsan dane xweyakirin wî li gel xwe 38 tonên alîkariyên mirovatî li gel xwe birine.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li bajarê Hewêr bi riya Facebook a pişka Kurdî ya Dengê Amerîka gihiştina Hollande û şanda di gel wî de ya Firîngeha Hewlêr da weşandin.

XS
SM
MD
LG