Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollande Dibêje Fransa Wê Çekan Bişîne Îraqê


Serokê Fransa Francois Hollande îro Înê got ku ewê çekan bidin Îraqê ku şerê dijî DAIŞ'ê bike, lê red kir ku hêzên Fransî ji wî welatî re bêne şandin.

Hollande, piştî civîna ligel wezîran û serokên sazîyên îstixbaratî da zanîn ku çekên ku werine şandin wê meha pêş li Îraqê bin.

Alîkarekî Hollanda ji AFP re got, bilî çekan, Fransa şewirmendên leşkerî jî bişîne Îraqê ku leşkerên wî welatî perde bikin ku çawa bikaribin wan sîlahan bi kar bînin.

Hollande herwiha dîyar kir ku ewê keştîya firokhilgir Charles de Gaulle di dawîya Îlonê de bişîne herêmê ku bihêle em êrîşên esmanî yên dijî DAIŞ'ê li Îraq û Sûrîyê zêdetir bikin.

XS
SM
MD
LG